tisdag 27 december 2011

LI SER KOÇBARKIRINA MELE ÎSMET KILIÇARSLAN

LI SER KOÇBARKIRINA MELE ÎSMET KILIÇARSLAN


Niviskar: Mustafa Borak 


Di bernameya Roj Tv’yê ya Gava Sêyem de jî ji bo rizgarkirin û parastina çand û hinek nirxên me min gotibû: Dem ji bo me bûye hût. Em çi ji devê vî hûtî rizgar bikin, ew qasî em ê gencîneya xwe hinekî din zêdetir û mezintir bikin. Helbet hatî ji çûyiyan in, dinya dê bê guhartin, tim dê xwe nû bike û bimeşe, lê ji bo me kurdan ji ber ku gelek tiştên me yên ku tenê bi ziman hatine gotin, hê neketine nav nivîs, kamera û pirtûkan ji bo wê ji me re di vî warî de lezgînî divê. Loma dibêjim dem ji bo me bûye hût.

Bi dîtina min her çiqas şexsek be jî ez windabûna şarezayê hêja Mele Îsmet Kiliçarslan  wekî windahiyeke ji wan nirx û gencîneyên me dinirxînim. Bê şik bawer im ku kesên ku wî nas dikin jî wî wekî min difikirin.

Helbet di pêşerojê de jî em ê gelek şexsiyetên pir birûmet winda bikin, lê kesên ku wekî Mela Îsmet bibin pireya kevneşopî û nûjeniyê an jî bi gotineke din pireya klasîzm û modenîzmê bawer im ku dê zor bi dest bikevin. Belkî jî zanebûn, şahadî û têkoşeriya wî ya dema borî û giyana wî ya hemdem û nûjen kurte-encama kesayetiya wî bû.

Wî zaravayê kurmancî, soranî, û bi zimanê erebî, farisî û osmanî, tirkî  dizanibû. Li ser Pehlewî jî xebatên wî hebûn.  Carekê di suhbetekê de serokê Enstutiya Kurdî yê berê Şefîk Beyaz gotibû: “Di parçeyê Bakur de yê ku herî zêde koka peyva dizane Mele Îsmet Kiliçarslan e.”  Min jî di vî warê de gelek caran ji wî xwest ku wan peyvên ku dizane binivîse, lê mixabin ji ber gelek sedeman, wî dest bi wê xebatê nekir. Çend meh berê min pirtûkeke tirkî ji bo wî kirî. Pirtûk ya Sevan Nîşanyan bû ku di eslê xwe de ermen e. Ev pirtûka bi navê “Secereya Peyvan” li ser koka peyvan disekine. Min dê ew pirtûk dîyarî wî bikira, lê nebû nesîb.

Ma tenê di warê koka peyvan de, na, her wisa der barê dîrokê de, der barê wêje û zimên de û bi taybetî der barê ola îslamê de şarezahiya wî, wekî ansîklopediyekê, wekî ferhengekê bû. Zanebûna wî ji bo me hemûyan dibû sedema serbilindî û şanaziyê.

Di hêla din de ji bo kesayetiya wî em bi kurtasî dikarin bibêjin ku di hêla zanetiyê de heya ku tu bibêjî kûr bû, lê di hêla mirovahiyê de jî ew qasî dilnizm û xwedî giyaneke saf û zelal bû.

Di dema taziyê de qîza wî ya ku li Swêdê dimîne got: “Min tim digot bavo te gelek tişt dîtin û  kirin, serpêhatiyên xwe binivîse, lê wî ji bo ku ceryana wan a xerabe rast bike pense û tornevîde  hildidan û riya du saetan be jî diçû alîkarî dida dost û hevalên xwe.”

Taziya wî hem li Tatwanê, hem li Îzmirê, hem jî li Enstutiya Kurdî ya li Stenbolê bi rêzdarî pêk hat. Bi rastî jî girseyek pir mezin ew pêşwazî kir û bi rê kir. Di taziyê de gelek mela hebûn. Ji wan meleyan çend kesan ji bo wî helbest nivîsîbûn. Lê helbesta Mele Hamid bi dîtina min bi hêsanî kurtasiya kesayeta wî vegotibû. Wî ji bo hevalê xwe yî ku ji gundê Çorsên bû wiha gotibû :

Çorsên sînga xwe veke
Mêvanê te hat ji Ege
Ne axa û ne beg e
Di ilmê de ferheng e

Ferhenga ol û ziman
Hat li te bûye mêvan
Mêvanekî ne vala
Gihîşt refên hevalan

Bi temenê heftê salan
Têkoşiya bi salan
Li meydana kemalê
Tu car ew nema vala

Herçi min dî, min gotî
Tim gehweran difrotî
Windahiya te li me
Dil û hinav disotî

Ji bo Mele Îsmet gelek tişt hene ku bêne gotin. Bi taybetî gotinên wî yên li ser zimên pir birûmet in lê dibe ku careke din di nivîseke din de em qala wan bikin.

TZPkurdî jî di her qadê de rêzgirtina xwe ya li hemberî wî nîşan da û Mela Îsmet Kiliçaslan wekî şehîdê xwe yî yekem îlan kir.

Ew ji bo min tim mînak û modeleke hêja bû. Dema ku qala  meleyan, zanayan û feylezofan dibû, min tim Mele Îsmet Kiliçarslan mînak dida.

Min mînakê xwe winda kir; gelê kurd jî ji gencîneya xwe gehwerek. 


Malper: tzpkurdi.com, 04.09.2006 

Mele Ismet



Heft, heyşt sal berî niha, dema ku me li Îzmîrê nûnergeha Azadiya Welat vekir, hate serdana me û min ew wisa nas kir. Piştre ez di gelek civîn û panelên têkildarî kurdayetiyê de rastî wî hatim. Hezkirin û têkoşîna wî ya ji bo kurdî, wekî gelek kesan bala min jî kişand. Dûre 6 sal berî niha ez hatim Stenbolê. Lê gelek caran ez di nûçeyên têkildarî xebatên ji bo kurdî de rastî navê wî hatim.
Herî dawîn pêrar min ew di Kongreya Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê de dît. Di kongreyê de wî jî axaftinek kir û bal kişand ser nîqaşên oto-asîmîlasyona kurdan ku a niha di rojeva me de ye. Û niha dîsa di nûçeyekî de rastî navê wî hatim. Lê mixabin vê carê wekî her car kêfxweş nebûm. Dema ku min sernav xwend, min nexwest ez bi çavên xwe bawer bikim. Belê ez behsa Mele Îsmet dikim; kedkar û evîndarê ziman û wêjeya kurdî Mele Îsmet Kiliçaslan di encama qezayeke trafîkê de jiyana xwe ji dest da. Mixabin, nûçeyeke reş, nûçeyeke trajîk, nûçeyeke cegersoj...

Ez nizanim ev çe qeder e. Wekî hemû êşa ku kurd dikişînin ne bes be îcar bûyerên wiha trajîk...

Piştî ku min nûçeya mirina Mele Îsmet xwend, mirina Îhsan Nûrî Paşa hate bîra min. Wekî tê zanîn ew Îhsan Nûrî Paşayê ku xwedî jiyaneke mîna çiyayê Agirî bi heybet bûye, ew Îhsan Nûrî paşê ku bi dehsalan li hemberî zilm û zora rom û farisan serî natevîne, di dawiya temenê xwe de, di qezayeke trafîkê de jiyana xwe ji dest dide!..
Jiyana Mîr Celadet jî bi heman şiklî bi dawî dibe. Ew Celadetê ku ji bo guherîna çarenûsa gelê kurd serê xwe dide ber yê dewletan, di dawiya emrê xwe de, di qezayekê de (dikeve bîrê) ji vê dinê koç dike...

Mixabin ku ya Mele Îsmet jî wisa bû. Mele Îsmet di medreseyan de xwendibû û bibû mela. Wî li gelek gundên Bilîs-Tetvan û Wanê meletî kiribû. Piştî ku malnişîn bibû, nêzî 10-15 sal berî niha li Îzmîrê bi cih bibû. Kurdên ku li Îzmîrê dijîn, ên piçekî haya wan ji kurdayetiya wan heye miheqeq wî nas dikin. Ew û mela Reşîd (Irgat) her tim bi hev re bûn. Çi panel, civîn û aktîvîteyeke têkildarî zimanê kurdî hebûya miheqeq ew herdu nav li wir bûn.
Tê zanîn, berê medreseyên li Kurdistanê cîhê pêşketina wêjeya kurdî bûne. Loma jî gelek kesên ku ji wan deran xwendine, bi awayekî xwezayî der heqê dîroka edebiyata kurd de xwedî zanîn bûne. Lê piştî komara Tirkiyeyê ava bûye, hêdî hêdî ev rewş li holê rabûye. Bi taybetî jî di nava van 30 salên dawîn de... Îro hê jî li Kurdistanê bi sedan feqiyên ku li medreseyan xwendine, bûne mele hene. Hema hema temamiya wan êdî kal in. Ji wan gelek kes der heqê wêjeya kurdî gelek tiştan dizanin. Lê mixabin ji ber zilm û zora dewletê tev bê deng man. Ji bo pêşketin û xizmeta miletê xwe tiştek nekirin. Ji rol û rista ku medreseyan dabû wan bi dûr ketin. Ez baş dizanim ji wana gelekan di salên nodî de ji tirsan re bi tirkî waaz dikirin... Yanî bi kurtasî ketibûn rewşeke pir xerab.

Lê di nava wan melayan de hinek hebûn bi inyad, ji destpêkê heta niha dev ji wêje û zimanê xwe bernedan. Di camiyan de, Nubihara Biçûkan fêrî zarokan kirin, Mem û Zîna Xanî û Mewlûda Bateyî bi wan dane xwendin. Dûre gelekan ji wan dev ji karê xwe yê meletiyê berdan, bi awayekî aktîf ketin nava xebatên ji bo ji nû ve vejinandina ziman û wêjeya kurdî. Wekî Mehmet Zekî Bozarslan, wekî Fekî Huseyn Sagniç, Abdurehman Dûre, Abdullah Varlî û gelekên din...

Mele Îsmet jî yek ji wan meleyan bû. Piştî ku Enstîtuya Kurdî a Stenbolê hate damezrandin, ew jî çû Stenbolê bi vê saziyê re kete têkiliyê û tê de cih girt. Wî û mela Reşîd bi hev re gelek xebatên hêja kirin. Ligel tîpguhezî û wergera berhemên kurdî û yên têkildarî kurdan ên berê, wan herdu meleyan bi rastî ji bo pêşketina kurdî gelek ked dan. Ez bixwe gelek caran bûme şahidê vê yekê. Çi civîneke têkildarî kurd û kurdayetiyê hebûya li Îzmîrê ew herdu zat miheqeq li vir bûn.

Mixabin ku me ew melayê hêja, di bûyereke trajîk de wenda kir. Helbet mirin bûyereke xwezayî ye, yê ku dora wî hatibe dê biçe. Lê mirineke wiha trajîk zora mirov diçe. Ew melayê ku li ber hemû tadayiyên jiyanê li ber xwe da, di dawiya temenê xwe de çû di binê otomobîlekê de ma. Mixabin.

Kurdan rewşenbîrekî xwe yê hêja ji wenda kir. Serê miletê kurd sax be.
Cîhê te bihuşt be apê Mela îsmet...

Malpera: diyarname.com, 30.07.2006

Helbesta Mewlana Ebdulxelaq Hîzanî



Weh Çi Bedlîs Çi Bedlîs e ku fediker û şermelût bûn

Avê Xizir û henaseya Îsa ji wê av û hewayê


Çi cîgehek e ku ji ber rindahî û paqijîya wî

Baxê Êremê winda û tune bû ji rûye dunyayê


Çi welatek e ku gava kêjayê bihna wê behîst

Di heman demê de deşta Xutene di cîh de hişt


Da nafeyên xwe yên miskîn pêşkêşî wir bike

Bayê sipîde dibêje ev Çi xeyalek şaş û Çewt e


Loma axa ku li ser wê deverê ye yekser miskê Çînê ye

Meçe wî cihî ku mal û pertalê te li wir bihayê axa ye


Çi qadek e ku ji ber paqijî û zelalîya axa wê ya xweş

Ji bax û bostanên Behêştê temenek e ku seba hatiye


Da hin toz ji rastên wê deverê bibe cihana cawîdanî

Ku ji bo tewz bireşîne ser bisk û kezîyên horîyan


Lê belê çend li wê avahîye tûr kir û gerîya

Tozek bi destê wê neket ji ber paqijîya axa wê derê


Werger ji farisî: Mele Ismet Kilicarslan

Peşewa Qazî Muhamed


Wergêr: Mele İsmet Çorseni   
Weşanxane: DOZ BASIM-YAYIN 
ISBN: 9756876832
Sala Çapê: 2004
Rûpel: 160


Bi nave Xwede. Kurdistan xvedi erdnigariyeke taybeti u yekane ye. Ji bili we yeke ku di hin deveren we de hin biyani hene. Neteweya kurd ji neteweyen din cuda ye. Serzemine me yek parçe ye u gele me, di yek Kurdistan u yek welati de nişteci ye. Ev netewe xwedi çarenus u raboriyek diroki ye ku hemu kur di we de beşdar in.

måndag 19 december 2011

HEVALÊ BI RÊZ ŞADREWAN FEQÎ HUSEYN



Ismet KILIÇARSLAN    

Her çend ew şadrewan çûye ser dilovaniya Xwedê, lê niha jî di hemû dem û saetan de tim di jiyana min de ye. Lewra ji zarotiya min û vir ve em tim bi hev re bûne. Ji xwe ew bû sedem ku min xwend û bûm feqî. Lewre, dema ez zarok bûm ew hingê feqî bû û dema ji gundê xwe “Kût” dihat û  di gundê me “Çorsîn” re bi   tentêla feqiyan, bi rewanmeş û bi lez derbaz dibû û diçû, mirovên gundî ji hev dipirsîn ku “Eve kî ye?” Êwê  ku  ew nas dikirin digotin; “Ew Feqî ye û kurê Qasimê Kûtî ye. Hingê min di dilê  xwe de digot; “xwezî ez jî bibûma feqî” û bi wê vînê min dest bi xwendinê kir û bûm feqî. Piştî hingê li kîjan deverê rastî min dihat şad û kêfxweş dibû ji bû ku ez bûme feqî. Ew çû leşkeriyê, gava bi destûr (izinli) hat, min li “Oxvanis” li ba Seydayê xwe yê Şadrewan Mele Ebdusemed, dixwend. Dema vegerê, hat xatir ji Seyda û feqiyan xwest da ku here bo leşkeriya xwe. Min jî destûr ji Seyda xwest ku digel wî heya Reşadiyê biçim û di wê riyê de biçim. Herim Unsûs ba Seydayê Mele Ebdulah, pertûka metnan bînim da metnê xwe ji ber bikim. Ew bi wê helwesta min gelek kêfxweş bû û em bi ken û kêf ketin rê. Di rê de ji min pirsî got “Tu ji bo kêj pertûkê diçî Unsûs?”  min got “Izhar-Kafî.” Got; “Ew pertûka min heye” û parçeyek kaxiz nivîsî, da min û got; “Here vê kaxizê bide birayê min Hebîb bila bide te.” Ez çûm, min pertûk anî û ez gelek pê şad bûm.

Piştî ku ji leşkeriyê vegeriya êdî neçû medresê û dest avête karê aboriyê. Ji alîkî ve avahisazi, alîkî ve necarî û alîkî din ve bazirganî dikir. Hindê ku behredar û xwedî qabiliyet bû. Bêyî ku şagirtî bike di van sê pîşeyan de jî, bû hoste û pispor.
Bi van karên xwe re ji xwendinê jî hîç ji para nedima. Di piraniya şevan de pirtûk dixwendin. Li kê deverê navê pertûkek balkêş bibihîsta bi her mercê, xwe digihandê û ew dianî û dixwend. Gelek caran, ji xwe re hevalek peyda dikir û bi hev re dixwendin. Pertûkên wêjeyî, civaknasî, felsefî, dîrokî, erdnigarî, asumanasî, huqûqî û romanên şoreşgerî gişt bi tena xwe an jî bi hevalekî re dixwend. Mebesta  wî her ew bû ku xwe têbigihîne û ji bo azadiya gel û rizgariya welêt têbikoşe. Binaxeya hestê niştimanperweriyê di dilê wî de ji alî Seydayê Gewre Şadrewan Mele Osmanê Xorosî ve hatibû avêtin. Lewre li bal wî dixwend û ew jî ji bo gel û welêt dilsoj bû. Ez dema 14 salî bûm rojekê sala 1946’ê, bi fermana seydayê xwe Mele Ebdusemed çûm Kurtikan ku pirsa rewşa seydayê gewre bikim û bêjim ka çi qewîtiya we ji bo seydayê min heye? Gava ez gihîştim gund êvar nêzik bû Seydayê gewre li ser banê mizgevtê rawestabû ez jî derketim ser banê û min destê wî ramûsa. Wî ji min re dua kir û pirsa seyday min kir. Paşê got; “Feqî! Ca were nêzik” û li ber guhê min bi nihênî got ji seydayê xwe re bibêje, li Mehabadê dewlata Kurdistanê hat li darxistin.” Dema ku ew qise got bi alî Rojhilatî ve işaret kir. Min nihêrî ku li asoyê rojhilat ewirne sor û gelek qeşeng dixuyên. ji min ve bû ku ew pertewa dewleta me ye ew çend rind. Ji wê demê paş hestê netewî di min de jî avabû.

Feqî Huseyn gelek nivîs û gotar di rojname û kovaran de diweşandin û bi welatparêzî û rewşenbîriyê navdar bûbû û gelek caran hat girtin û zindan kirin. Lê ew zindanan, jê re bûn medrese. Lewre çi dema ew dihat girtin gelek zanyar û rewşenbîr jî dihatin girtin û di zindanan de bi hev re dixwendin. Li derve Feqî  hem kar dikir û hem dixwend, hem jî ji bo bi hevrexwendinê li hevalan digeriya. Lê di zindanê de hemû rojgarê xwe dida xwendinê û heval jî pir bûn. Ji bo têgihîştin û zanabûnê, zindan jê re fersend bû û tevahiya demên xwe dihêjand. Gava dihat berdan, li xwendin û li azadîxwestinê bêhtir sor dibû. Hin caran biryara girtina wî didan wî xwe nedida dest û dibû firar. Lê di firariya xwe de diçû bal zanyar, rewşenbîr û nivîsarên bi nav û deng û bi wan re li ser ziman û wêjeya kurdî dixebitî. Sala 1962 yê ji min re got ku “Min pirtûkekê gelek rind peyda kiriye were em bi hev re bixwînîn.” Min lê nihêrî ku navê wê; “Di welatê zembaqên sipî de” ye. Me ew pirtûka hemû bi hev re xwend û her wisa gelek pirtûkên din jî me xwendin.
Feqî Huseyn mirovekî rewanbêj, qisexweş û zimanparav bû. Bi her kesî re dikariya bi hêsanî têkilî deyne. Nefesa wî wek şinebayekî hênik û bêhnxweş bû. Bi vê yekê dilên guhdaran cûş dida. Gotinên wî watedar û şêrîn bûn û di nav seranserê welêt de bûbûn wek metelok û zargotin. Rojekê Şêx Bedredînê mala Seyda hate pey min ku ez benzînxaneya wan tamîr bikim. Ez çûm, min çêkir û ji min re got; “Deynê min  çend e?” Min got “2.500 banknot” li gor diravên hingê. Got; “Tu jî dixwazî talanan vegerînî?”  Min got “Talanên çi?” Got; “Çend roj berî Şêx Tahayê Arvasî, hatibû mala me di nav sohbeta xwe de got; “Ez vê sibeyê li Tetwan peya bûm û çûm dikana Feqî Huseyn. Me hev dît û em çûn qehwexanê rûniştîn. Diravê hûr bi min re nebûn, min 10 banqnot da Feqî, min got; “Bi banqnotekê biskuvî bîne em bi çayê re bixwîn.” Feqî çû û dema hat min dit 2 qutiyên 5 kîlo ber singa wî û wan biskuviyan li hemû gelên qehwexanê de, dabeş dike. Min got; “Feqî! tu çi dikî?” got: “Şêxê min ez talanê bav û kalê wan li wan vedigerînim.” Min got; “Talanê çi?” Got; “Bav û kalên we şêxan bav û kalên wan xapandine û malê wan xwarine. Ez jî li wan vedigerînim.” Min got; “Ma malê wan ji xwe 10 banqnot bû?” Got; “Na, ew çend, ket destê min eger zêdetir ketiba destê min, min dê ew jî li wan vegeranda.”

Feqî, mirovekî hestyar, dilovan, dilpaqij û rajebexş bû. ji bo çareserkirina pirsgirêkên gel û hevalan bi hemû hêz û derfetên xwe hewl dida û têdikoşiya. Ez di sala 1970 yan de hatim girtin û dadgeha Bedlîsê ya Tawanên Giran biryara girtina min da. Roja din Feqî, li ser navê min itiraznameyekê da nivîsandin û anî zindanê, min îmze kir û bire bal dadger. Lê dadger jê re dibêje ku; “Biryarên dadgehên biçûk tên ihtiraz kirin li bal dadgehên mezin ve. Lê ev dadgeha mezin e, biryarên vê nayên ihtiraz kirin.” Li ser vê gotinê Feqî diçe mal. Wê şevê ranazê û heya sibehê li qanûn-nameyan dinhêre heya dibîne ku biryarên dadgehên tawanên giran jî tên ihtiraz kirin. Li bal dadgehekê, tawanên giran ya bajarekî nêzîkî wî bajarî serê sibehê diçe bal dadger û wê xalê şanî wî dide. Li ser vê dadger imza dike û belgedanga min bi lezgînî dişîne Mûşê û dadgeha Mûşê, biryara girtina min pûç kir û ez hatim berdan.                 

Feqî Huseyn xweşsohbet, şên û şatir bû. Di her warî de li ser mijaran bi nermî û bi zimanê şêrîn lê sor dibû hevalê xwe bi zanistî iqna dikir. Di geşteke xwe de ez çûm Amedê, Feqî jî hingê li wir bû. Me li otêla “Doxu Palas” hev dît û em ji hev re şad bûn. Wî gote rayedarê otêlê; “Wî nivîna di odeya min de mede kesî. Bila ji mêvanê min re bimîne.” Û em derketin çûn bajêr. Dema razanê em hatin odeya xwe û çûn ser cihên xwe. Wî got; “Şeva din di cihê te de yekî file dima û me heya sibehê sohbet kir û em hîç ranezan. Serê sibehê xatir ji min xwest û got ‘hêvîdarim ku ez careke din jî ne rastî te û ne jî rastî muslimanekî wek te bêm” min got; “Çire?” Got; “Ditirsim ku careke din jî rastî te bêm; ji ola bav û kalê xwe bibim û bêm ser ola te!..”

Feqî, gelek berhemên giranbiha li pey xwe yadigar hiştin. Çendek ji wan hatin çapkirin. Sed muxabin ku gelek amadekariyên wî hatin girtin û sotin. Piştî ku Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, ji alî wî û hin hevalên bi rêz ve hat saz kirin ez jî bûm endamê wê û em dîsa bi hev re bûn. Me di Enstîtuyê de ji Pênc kesan Şadrewan Feqî, Ez, Mele Reşîd Irgat, Mele Kerem Soylu û Mele Celadîn Yoyler, me encumena wêjeya klasîk saz kir û me Feqî bo serokatiya wê encumenê hilbijart. Serê her mehê ez û Mele Reşîd Irgat em bi şev ji Îzmîrê siwar dibûn, serê sibehê li Stenbol peya dibûn û yekser diçûn mala Feqî. Piştî ku me çendek bi hev re dixwend, em hersê bi hev re diçûn Enstîtuyê û digihiştin civîna xwe. Bi vê rewşê di van çend salên dawiyê de me jiyaneke wesa xweş borand.

Hevalê Feqî, di dawiya temenê xwe de, berhemeke gelek hêja û giranbiha bi navê “Dîroka wêjeya kurdî” amade kir. Di vê pirtûkê de, ji despêka ola islamê   heya dawîya çerxa 20 an hemû wêjevan, helbestvan û zanyarên kurd hatine tomarkirin. Bi zaravayê kurmancî û bi têkstên rewan û xweşxan nivîsiye. Lê sed mixabin dema ev pirtûk hat çapkirin ew di komayê de bû û wî ev berhema xwe, çapkirî nedît. Ji bilî vê berhemê, xwe ji gelek berhemên din re jî amade kiribû lê ecelê, fersend neda. Piştî ku nêzikî çar mehan wê nexweşiya sext borand 12 yê adarê, sala 2003 an li bajarê Stenbolê bi alî serayê cawidanî ve lezand. Cenazeyê wî bi merasimeke gelek mezîn û bi beşdariya gelek zanyar û rewşenbîran, bo welatê wî hat veguhestin. Li bajarê Tetwanê bi axa dildara wî hat spartin. Rewanê wî şad û kamran be.  24.4.2003

DUYEMÎN SALVEGERA KOÇDAWIYA M. ÎSMET KILIÇARSLAN


M. Reşîd IRGAT
    
Stêrkeke asîmanê ziman û wêjeya Kurdî sed mixabin di demeke pêşwext de ji nişkve vemirî û çû ava.Nûnereke asoya zankoya medreseyên Kurdistanê, parêzvaneke cangorî ji bo parastina mafên jar, bindest û bendewaran, dawereke 
 (sembol) ke dilovan ji bo dilxweşî, demokrasî, azadî û aştiyê; M. Îsmet Kiliçarslan sed heyf û mixabin di serdemeke hewcedar û pêvajoyeke hestiyar de, di roja sisêyê tebaxa 2006 di encama bûyereke trafîqê de ji nava me barkir û tevê hin keser û mirazan pişta xwe da me û çû ber fermana Xwedayê cîhanaferîn. Ev du salin li ser koçdawiya wî re derbaz dibe, her çendî em bi fizîkî û berbiçav ji hev veqetandî jî xuya dikin lê belê bi rewan û bi derûnî em bihevrenin, ew her tim di dil û ramanê me de ye . Me digot belkî em bikarîn di dusalî bîranîna wî de, di warê geşbûn, pêşketinên aştî û demokrasiyê de hin mizgîniyan ragehînin rewanê wî yê pak, lê muxabin dîsa êrîş, şîn û girîn didomin, bes em dikarîn bibîjîn ku yekîtiya gel û biryara domandina tekoşîna rewa ji bo aştî û demokrasiyê û daxwazên ji bo mafên ziman, çand û wêjeya Kurdî hin xurttir û hêztir bûye.

Bi rastî jî M.Îsmet Kiliçarslan babet û hêjayê van rêzerengdêran bû, lew re pîvane ji bo hêjan, rêzdarî û rûmetê ne mal, nav û cîgeh (meqam)in, belkî hin tevger, rajebexş (xizmet)ên olî, netewî, xuristî( exlaqî) û civakînin, ji xwe wî şadrewanî ev xalên hêja tev di xwe de didêra. Ew mirovekî hinav paqij, dilovan û xwedî bîr û baweriyeke olî û netewî bû. M.Îsmet Kiliçarsalan mirovekî wêjenûs, zimanza, civaknas û bengiyê çand, ziman û wêjeya Kurdî bû, wî ev taybetî ji Medreseyên Kurdistanê wergirtibû. Lewra medrese bi gel re peywendîdar û jiyana medresan jî, bi jiyana gel re têkildar bû. Di jiyana medresan de kevneşopiya Kurdî, ziman, wêjw, rêzik û rêwûresmên Kurdî bingeh bûn. Belkî ji wê sedemî bû ku medrese hatin girtin. Her medreseyek zanîngehek û gencîneyeke ziman û çanda Kurdî bû û her seydayek jî, dergevanê wê gencîneya durdane bû.

M.Îsmet Kiliçarslan di sala 1932 yan de li gundê Çorsêna li ser Tetwana Bedlîsê çav li jiyanê vekir, sala 1946 ji bo xwendin, hînkarî û hîndekariyê hat medreseya bavê min seydayê mele Ebdussemdê xorosî. Wî di maweyê 12 salan de fêrbûna zanistên olî, wêjeyî û hin şaxên din pêk anî û di sala 1958 de, destûrnameya medreseyê ji bo melatî û seydatiyê ji seydayê xwe yê navborî wergirt û li gundeke Tetwanê dest bi peywir ( wezîfe) ya xwe kir. Ew di sala 1992 de karkinar ( teqaû’d) bû û li Îzmîrê cîwar bû. Ew berbiçav her çend bi temen jî, xuya dikir lê bi vîn, bi raman û bi dil jîr, zîr û hemdem bû. Ew mirovekî bênefs, dilxwaz, dilovan, xwedî feraset û têrzanîn bû.

Hevnasîna min û wî bi ramanî, ramyarî û bi hişdarî sala 1958 ê bû, lê di pêşî de jî, bi boneya( munasebeta) medreseyê me hevûdu dinasiya. Em bi hev re bûn  abone û xwendekarê rojnameya “Diclefirat”ê disa em bi hev re di sala 1965 de bûn endamên PDKT û bi hevre sala 1967an çûn xwepêşandana Êlihê bi navê Dogu mîtînglerî û di sala 1971 an em bûn endamên PDKLT, me lêpirsîn, lêgerîn û binçavî derbas kir.

Sala 1992an Enstîtuya Kurdiya Stenbolê hat damezirandin em bi hev re bûn endamên wê saziyê. Sala 1995 an ez jî karkinar ( teqaud) bûm û êdî em bi hev re diçûn civînên Enstîtuya KurdiyaStenbolê û vedigeriyn Îzmîrê. Ev rêwîtiya me gelek xweş û şêrîn derbaz dibû.

Me bi hevre hin kar û xebatên nivîsarê jî pêk dianî. Mîna transkîpeya dîwana Feqîyê Teyran û wergera sê berg( cild) dîroka navdarên Kurd ji Farisî bi Kurdî pêk anî û radestê Enstîtuya Kurdiya Stenbolê kir li ber çapêye. Li herî dawî em di rêveberiya TZPKurdiya Îzmîrê de gelhev dixebitîn.Hin xebatên me yên xweser jî hebûn, lê dîsa em bi hev re di nava aheng û hevaltiyeke şêrîn de bûn. Hevaltiya wî gelek hêja, sûdwar û bê hempa bû. Ew mirovekî xwedî kesayetiyeke mînakdar bû, nefsbiçûk û xwedî zanisteke berfireh bû.

Em xar û jor hevalên hev yên pêncî salan bûn, ev hevaltî ji peywendiyên ramanî, netewî, hevpîşeyî û xizmîtî pêk dihat, lê ya herê giring û bingehîn şaxa ramanî û netewî bû. Di navbera vê hevaltiyê de hîç tu caran dilê me ji hev nedima, heya hin caran hevalan jî, ji vê boneyê em pîroz dikirin. Lê sed mixabin wî em hiştin û pişta xwe da me, ji xwe eve reng û bextê vê jiyana xapînok.

Roja çarê tebaxa 2006 an piştî pêkanîna merasimeke layiq û babetê wî, em ji hêla girseyeke giran ji gel, dost û hevalan ve, li Îzmîrê ji bo çûyîna welat, hatin bi rê kirin. Roja pêncê Tebaxê em bi rêworesmeke gur û germ li Tetwanê hatin pêşwazî kirin. M.Îsmet Kiliçarslan bi beşdariya hejmareke gelek zêde ji gel, heval û pîşevan ( Mesledaş)ên wî, li gundê wî bi xwe Çorsêna li ser Tetwana Bedlîsê, radestê axa welatê wî ya ku ji bo wî  herî mebest û evîndar bû , hat kirin û li wir hat veşartin. Bi rastî wê dîmena xemgîn bandoreke giran û bi jan li ser beşdaran hişt.

Ji rexek ve şanazim ku hemû rajebexş (Xizmet) û girîman (wecîbe)yên wî yên olî û civakî bûn para min. Lê ji rexek din ve jî, xemgînim ku min hevalekî dîrîne, dilovan, rêzdar û razdar ( sirdaş) wenda kir, li wir hişt û pişta xwe dayê. Çend rojan serxweşiya wî li gundê Çorsênê domiya, paşî jî, li Îzmîr û Stenbolê bi dawî bû. Bi vî awayî ew tevî keser, miraz û daxwazan tevlî karwanê bê mirazên Kurdistanê bû. Hêvîdarim ku ew kesr û kovan bibin para gel, dost, heval, evîndar û malbata wî. Aramîgeha wî pertewa Xweda û cîgehê wî buhişta cawîdanî bit. 

AZADIYA WELAT, 29-07-2009

söndag 18 december 2011

ÇAREMÎN SALVEGERA MIRINA MELE ÎSMET KILIÇARSLAN









Axaftin: Hekîmê Luqman
                                                                                                 

Mele Îsmet di sala 1932’yan de li Çorsêna li ser Tetwanê hatiye dinê. Navê bavê wî Hacî Evdirehman û navê diya wî jî Meryem e. Seyda sê bira û du xwuçk bûne. Navê hevjîna Seyda Nîmet e. Çar kur û du keçên Seyda û Nîmetê hene. Kur û keçeke Seyda li Ewropa, kurekî wî li Bursayê, du kur û keçeke wî jî li Îzmîrê dijîn. Seyda ji binemala Qilîçiyan e.

Seyda di zaroktiya xwe de destpê bi xwendina medreseyê dike û dibe feqî. Xwendina xwe pêşî li gundê xwe dike. Çendek dû re diçe Ûranis li ba Mele Evdisemed feqîtî dike. Feqitiya xwe 12 salan didomîne hetanî ku di sala 1958 de îcazetê hildide û dibe mela. Li vir ew û hevalê xwe Feqî Huseyn bi hev re dixwînin. Ev ji me re mînakeke gelek balkêş e.

Piştî xwendina xwe diqedîne diçe gundan meletî dike. Seyda li gundên Tetwanê Pirûs, Kinasor, Sorp, Avetax, Sûlih, Çorsîn û Axkîsa Golê melatî dike. Li Qeregunduza Wanê, li taxeke Xelatê, Qilîçiyan û Moriyana Milazgirê û dawî de jî Melikavaya Elbakê melatî dike û di sala 1992’yan de teqawit dibe. Piştî ku teqawit dibe koçî Îzmîrê dike û li wir ciwar dibe. Li Îzmîrê 14 salan dimîne û dawî de bi qezaya trafîkê di roja 3’yê tebaxa 2006’an de jiyana xwe ji dest dide û diçe li ser dilovaniya Xweda. 5’ê tebaxê li gundê Çorsînê bi girseyeke mezin tête veşartin.

Dixwazim piştî van agahiyan derbasî aliyên Seyda ku têkiliya wan bi xebatên me yên Kurdî Derê ve heye. Ew jî; welatparêzî, hezkirina zimanê kurdî, hezkirina wêjeya kurdî, hezkirina çand û dîroka kurdî ne.

Seyda welatparêz bû û welatparêziya xwe ji du cihan hildide. Dixwazim van her du cihan li vir bînim zimên. 

1- Mele Îsmet ji bavê xwe welatparêziyê hildigire: Bavê Seyda Hacî Evdirehman di serê sedsala 20’an de koçî Stenbolê dike û li wir di nava Komeleya Pêşvebirina Kurd (Kûrt Tealî Cemîyetî ) de cih digire. Piştî vedigere Çorsîn jî ramanên xwe yên welatparêzî didomîne. Seyda jî dimîne di bin bandora ramanên bavê xwe de.
2- Mele Îsmet ji seydayê xwe Mele Evdisemed û medreseya wî welatparêzî hildigire. Medreseyên herêmê bi zimanê kurdî perwerdehiyê didan. Feqîyên ku di xwendina medreseyan de diborîna ger welatparêz jî nebûna ji xwe dibûne xwediyê çandeke kurdewarî. Loma di medreseyan de perwerdehî bi zimanê kurdî dihat dayîn û kesayetên kurd yên mîna Ehmedê Xanî, Feqiyê Teyran Melayê Cizîrî û hwd dihatin xwendin. Îcar seydayê medresê xwediyê fikrên kurdewarî bûya feqî yekcar dimane di bin bandora seydayê xwe de. Mele îsmet jî mîna hevalê xwe Feqî Huseyn welatparêzî û evîna zimanê kurdî ji seydayê xwe Mele Evdisemed hildigire.

Seyda evîniya xwe ya zimanê kurdî di jiyana xwe de her tim dide nîşan. Wisan e ku di dema melatiya xwe di civat û mizgeftê de waaz û xutbeyên xwe jî bi zimanê kurdî dide. Piştî ku teqawit dibe yekcar dikeve nan xebatên zimanê kurdî de.

Xebatên wî yên di derbarê zimanê kurdî de em dikarin wiha rêz bikin:

1.
Sala 1992’yan de di avakirina Enstitûya Kurdî ya Stenbolê de cih digire. Dibe endamê senatoya enstitûyê.
2. Sala 1993’yan de li Îzmirê Navenda Çand û Pîşeya Aryayê de dersên zimanê kurdî dide û heya ew navend ji alîyê dewletê ve tê girtin ew karê xwe didomîne.
3. Di nava xebatên avakirina TZP-Kurdî de cih digire û piştî ava dibe wek endamekî meclîsa TZP Kurdî ya Îzmîrê di nava van xebatan de jî cihê xwe digire. Wisane ku TZP Kurdî jî Seyda ji bîr nake û piştî mirinê wî wek 1. şehîdê TZP Kurdî diyar dike.

Kurê Seyda Hozanê Bengî di derbarî evîniya bavê xwe ya li ser ziman û welat de wiha dibêje:
“Di hemû jîyana xwe da bi taybetî xizmeta du tiştan kir;Welatê xwe û netewa xwe. Hemû jîyan û projeyên wî, bi pirs û pirsgirêkên Kurd û Kurdistanê ve girêdayî bûn. Hemû axaftinên wî yan li ser van babetan dest pê dikirin, yan jî bi wan kuta dibûn. Bi vî awayî jîyana hemû çarnikarê (dor û ber) xwe jî bi wan pirsan ve girê dabû.”

Mele Îsmet ne tenê pisporekî zimanê kurdî bû wî her wiha Farisî, Erebî û Osmanî jî rind dizanîya. Dîsa zaravayê Soranî jî baş dizanîbû. Xebatên xwe jî li ser bingeha zanîna zimanên biyanî avakiribû. Ji erebî û farisî çend pirtûkên giranbiha wergerandine kurdî. Dîsa hinek pirtûkên kurdî ku bi tîpên erebî hatine nivîsîn Seyda ew wergerandine tîpên latînî.

Seyda bixwe jî di derbarî girîngiya zimanê kurdî de paş ve gav navêje û dibêje ku bila nivîskarên kurd tev bi zimanê xwe binivîsin. Di vî warî de wiha dibêje:
“Ez dibêjim, dijminayiya herî mezin ew e ku mirov bi zimanê xelkê berhem binivîse. Lewra ew berhem zimanê mirov dikuje. Wextê ku zimanê mirov kuşt, dêmek ku wî sîlehek çêkiriye ku zimanê mirov bikuje. Niha rexne li Ozgur Gundemê dikin, rojnameyekî me ye. Belê ji me re gelekî tiştên xweş dinivîse, lê belê yên ku wî dixwînin ji kurdî bi dûr dikevin. Eger ne ew bûna dê Azadiya Welat çêtir bihata xwendin, çêtir biketa zimanê xelkê û çêtir xelk bizaniya ku bi zimanê xwe bixwîne, bi zimanê xwe hîn bibe. Ew dibe sebep ku xelk ji zimanê xwe bi dûr dikeve, ew sebebiyet jî wek sîlehekî ye û bi wê sîlehê me dikujin”

Ziman hêmaneke jiyanê ye û wisan mîna mirovan jî xwediyê jiyanekê ye. Ger ziman di nava jiyanê de nebe ew dem ziman bixwe jî jiyana xwe winda dike. Seyda vê tiştê rind dizane û li ser vê mijarê jî bi tundî disekine. Divê ku kurd hemû di malên xwe de bi zarokên xwe re her tim bi kurdî biaxivin. Ger wiha nebe Seyda dibêje dê piştî neslekî din kurdî ji holê rabe. Ango Seyda li ser xwepişaftinê bi giringî diraweste û dixwaze ku kurd xwe nehelînin û qir nekin. Ji bo vê jî gotina wî wiha ye:

“Li bajarên metrepolên tirkan jî, li bajarên Kurdistanê jî, bi vê rewşê bidome, heya bîst, sî salên din kurdî xelas dibe, lewra her kesekî di mala xwe de bi zarokên xwe re bi tirkî diaxive. Wexta bi tirkî diaxivin, zarokên wan jî êdî kurdî ji bîr dikin, kurdî nizanin. Piştî 30-40 salên din dema ew jî bimirin dê zarokên wan rabin, zarok jî bi kurdî nizanin, wê demê kurdî jî bi wan kesan re dimire, kurdî namîne, neslekî ji holê radibe, qir dibe û sebep jî em in ku bi zarokên xwe re bi kurdî naaxivin. Kesê ku bi zarokê xwe re bi tirkî diaxive, dibe qatilê zarokê xwe û qatilê neslekî, lewra ew nesla ku mezin dibe, ji kurdî derbasî tirkî dibe, ji me re nabe nesil û qir dibe, ew qir bû çû di nezera min de. Qatilên wan jî dê û bavên wan in ku zarokên xwe hînê kurdî nakin. Ez ji berê ve ji bo vê yekê têdikoşim û di vê têkoşîna xwe de jî hîn bi ser neketime, lê înşaallah ez ê bi ser bikevim.”

Em jî dibêjin înşelah em ê bi ser kevin. Lê ev jî di destê me de ye. Ku em bi kurdî biaxivin em ê ser kevin lê ku em neaxivin em ê zimanê xwe winda bikin. Piştî ku ziman winda bibe çanda me dîroka me wêjeya me û hemû tiştên ku me wek kurd nîşan didin dê winda bibin. Ev jî çawan ku Seyda dibêje tê wateya qirbûnê. Belê dê qelafetê me bimîne lê qelafetê me ji qelafetên tirk, ereb, faris û îngilîzan ne cuda ye. Loma cudahî di ziman û çanda me de ye.

Belê Seyda çu rehma Xweda lê şîretên wî mane. Madem em îro wî bi bîr tînin werin em ji bo Seyda şîretên wî bînin cih. Em hemû soz bidin xwe pêşî bi zarokên xwe re û wisan hemû kesan re bi zimanê xwe biaxivin. Ger wiha nebe li gor min bîranîna me ya li vir bê wate dimîne. Armanca Kurdî Derê jî ev e ku li ser Mamê Feqî û Mele Îsmet panel û bîranîn li dar dixe. Ger ev armanc nebûya me dikariya di mala xwe de êvareke înê fatiheyek ji ruhên wan re bixwenda û qet neketina zehmetiyan jî.

Bi hêviya zehmetiyên me bigehîjin armanca ku Mele Îsmet dixwaze ez we silav dikim.

Berhemên Seyda ev in:

1. Pêşewa Qazî Muhamed ( wergera ji farisî, weşanên Doz 2006)
2. Dîroka Navdarên Kurd (wergera ji farisî – Mele Îsmet û Mele Reşît, li ber çapê ye)
3. Mishefa reş (çap nebûye)
4. Kîtabi cilwe (çap nebûye)
5. Ol û Neteweya Kurd di Şûna Îslamê de (ji Erebî – çap nebûye)
6. Dîwana Feqiyê Teyran (tîpguhêzî – Mele Îsmet û Mele Reşît, weşanên Enstîtûya Kurdî Stenbol)

4 Tebax 2010, Izmir

Seydayê hêja Mele Ismet û berhemên wî

Hevpeyvîn: Amed Tîgrîs


Amed Tîgrîs: Seyda tu bi xêr û ser çavan hatî. Belê em neha li Îzmîrê li Fuara Pirtûkan, li parkê ne. Seydayê hêja jî li ba me ye. Ez dixwazim tu bi kurtî xwe bidî naskirinê, navê xwe, ji kur î?
Mele Ismet: Navê min Îsmetullah e, hema kurt dibêjin Îsmet, di nifûsê de jî Îsmet Kiliçaslan e, weya bi kod dibêjine min Mele Îsmet. Xelkê Tetwan ji gundê Çorsênê me. Min xwendina xwe yê medresê li gundê xwe dest pê kir. Piştî wê ez çûme gundê seydayê xwe Mele Ebdulsemet li Uranis melatî dikir, min li ba wî xwendina xwe kir û min li wir xwendekariya xwe bi dawî anî. Piştî wê îcar ez çûme gundan û min melatî kir. Li gelek gundan min melatî kir. Min ewil li Prûsê kir, salek li Kinasor kir.


A. Tîgrîs: Li kur in ev gund seyda?
M. Ismet: Ev Reşadî ne, gundên Tetwanê ne. Ji wir paş ve çûme Wanê, gundek dibêjinê Qeregunduz, gundê Kuresinyan in, ecem in, li wir jî min salek melatî kir, ji wir ez hatim Xelatê, li wir salek fermî bi qadro min îmamtî kir, lê dîsa jî min îstîfa kir û ji wir çûme gundê Avetaxê û bûme melayê gund. Sal hingê 1964 bû. Di wê salê de hilbijartinek çêbû, Zîya Şerefxan bû berendamê senatoyê, min li wir gelek xebatên xweş kirin û ez bi piyan diçûm gundên der û dor û yên dûr ên çiyan ku wesayît nikaribûn biçin û li wan gundan digeriyam, ji bo hilbijartinan.


A. Tîgrîs: Seyda ez dixwazim li vir tiştekî pirs bikim; Hem di dema feqîtî û hem jî ya melatiyê de we bi tenê bi erebî dixwend, an bi kurdî jî we dixwend?
M. Ismet: Neha hin kitêbên me yên erebî hebûn û hin kitêbên me yên kurdî hebûn lê kitêbên kurdî jî ji bo erebî bûn, yanê ji bo rêzimana erebî, bi kurdî dihate xebitandin lê dîsa jî eynî rêziman xizmeta rêzimana erebî bû. Mesela digotin ev fêêla çi ye, fêêla mazî ye, fêêla zemanê borî ye, bi vê şeklê hanê li ser peyvên erebî, bi kurdî dihatin şirovekirin.


A. Tîgrîs: Bi kurdî qet tişt tunebûn?
M. Ismet: Bi kurdî bi xwe tu tişta ku hebû jî dîsa ji bo erebî bû, ne ji bo kurdî. Mesela şerxa Amila Gurganî hebû, ewan digotinê curcanî, em dibêjin gurganî, xelkê Gurganê bûn. Gurgan şehrekî Îranê ye, lê ereb nizanin bêjin gurgan, dibêjin curcan.


A. Tîgrîs: Baş e seyda piştî ku te li Kurdistanê melatî kir, çima paşê tu hatî Îzmîrê?
M. Ismet: Piştî ku min melatî bi dawî anî xizmeta xwe ya fermî xelas kir, ez karkenar bûm, paşê min mala xwe anî Îzmîrê.


A. Tîgrîs: Çend sal e hûn li Îzmîrê ne?
M. Ismet: 12 sal in.


A. Tîgrîs: Piştî hûn hatin Îzmîrê, we xebatên xwe yên li ser ziman û wêjaya kurdî domand û têkiliyên we bi Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê re jî çêbûn. Hûn dikarin hinek bahsa wan jî bikin.
M. Ismet: Belê. Sala ku Enstîtu hate damezirandin, ez jî bûme endam. Em bi hev re çûne Stenbolê. (Mele Reşîd li kêlaka wî rûniştiye, ji bo wî dibêje A:T) Mûsa Anter, Feqî Huseyn û gelek hevalên me yên din hebûn. Îsmaîl Beşîkçî jî hebû û bû serokê Enstîtuyê, lê bi kurdî nedizanî û ji lewra jî got ez nikarim serokatî bikim, lewra ez bi kurdî nizanim û ev jî saziyek e ku divê kurdî bi pêş ve bibe. Ew ji serokatî derket êdî serok bû hevalekî me yê din. Ew jî guherîn û guherîn, neha Samî Tan serokatiya Enstîtuyê dike.


A. Tîgrîs: Belê seyda, heya neha çi kar û xebatên we bi xwe, an bi kesên din re çêbûne li ser ziman û wêjaya kurdî?
M. Ismet: Hinekî pirtûkên kurdî ku bi xetên erebî bûn, me tîpguhêzî kir û ew bi xetên latînî nivîsîn.


A. Tîgrîs: Yên ku te bi xwe kirine hene û yên ku te bi hevalên xwe re kirine hene, ne wisa?
M. Ismet: Belê, yên ku min bi xwe kirine, pêşî Mizhefa Reş û Kitêba Cilwe min wergerandin û tîpguhêzî jî kirin.


A. Tîgrîs: Ew neha derketine, çapkirî ne an na?
M. Ismet: Na xêr, neçapkirî ne, lê gelek ji wan fotokopiyên wan me belavkirin, lê li tu derî jî nehatine çapkirin.


A. Tîgrîs: Baş e karên ku te bi kesên din re kirine çi ne?
M. Ismet: Min û Mele Reşîd bi hev re me tîpguhêziya kitêba Feqiyê Teyran kir.


A. Tîgrîs: Kîjan Mele Reşîd?
M. Ismet: Mele Reşîd kurê seydayê min e, ev ê neha li ba min. Kurê seydayê min e, Seydayê Mele Evdil Semed, ew jî Tetwanî ye, bi eslî xwe Bekirî ne. Me bi hev re di bînaya Enstîtuyê de van xebatan kirin. Hevalek me din jî hebû, em sisê bûn esas, me qerar dida wî jî, kurdî bi tîpên latînî xweş zanibû û dinivîsî. Ew hevalê me jî xelkê Erziromê bû, di danişgehê de dixwend. Navê wî çi bûş (Ji Mele Reşîd pirs dike ku li kêlaka wî rûniştiye, lê nav nayê bîra Mele Reşîd jî. A:T) Navê wî ji bîra me çûye neha, wî jî alîkariya me dikir, lê belê me navê wî nenivîsiye, me heqaret lê kiriye.


A. Tîgrîs: Ew pirtûk derketin?
M. Ismet: Belê, derketin.


A. Tîgrîs: Tiştekî ku neha li ser dixebitî heye?
M. Ismet: Belê, neha jî 3 cild Kitêba Merdûxî heye, Meşahîrên Kurd dibêjinê, yanî Navdarên Kurd.


A. Tîgrîs: Bi çi zimanî ye?
M. Ismet: Farisî bû, ez û Mele Reşîd me wan wergerandiye kurdî, tîpên latînî. Cilda ewil Mele Reşîd, cilda duduyan min û cilda sisiyan jî nîvî ez û nîvî Mele Reşîd me wergerandine. Me li hev parve kir. Lê ew jî hîn nehatine çapkirin. Amade ne û me teslîmê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê kirine, gereke çap bibin.
Kitêbek Seydayê Mele Sadiq, di derbarê dîn û neteweperweriya kurd de ku di dema îslamê de çewa bûye, heye. Bi erebî ye, me ew jî wergerandiye kurdî û tîpên latînî. Ew jî amade ye û ew jî hîn nehatiye çapkirin. Û yê dîtir jî li ser Jînenîgariya Qazî Muhammed hatiye nivîsîn 140 rûpelên bi farisî ne, me ew jî zivirandiye kurdî, ew jî hêj nehatiye çapkirin, lê feqet hêj xelas nebûye, di destê min de 4-5 rûpelên wê mane hej min temam nekirine, piştî ku me ev qedand, ez ê sererast bikim.


A. Tîgrîs: Seyda hûn ji du zimanan werdigerînin, ji farisî û erebî?
M. Ismet: Belê û ji osmanî jî. Neha hevalê me Mele Reşîd kitêbekî ji osmanî werdigerîne kurmancî. Ew jî kitêbek gelek xweş e, hinek belgeyên rind in. Di derbarê kurdan de hatiye nivîsandin û ji nav belgeyên Osmaniyan hatiye berhevkirin.


A. Tîgrîs: Seyda, wek we got hûn ji sê zimanan werdigerînin, baş e zahmetiyên we çi ne di van wergeran de?
M. Ismet: Welahî zahmetiyê ku em dikşînin, di kurmancî de hin peyvên ku hinek bi awayekî, hinek bi awayek din dinivîsin, em di wan deran de gelek zahmetî dikêşin ka em çawa binivîsin. Mesela hevalekî di kitêba xwe de bi awayekî nivîsiye, yekî din jî bi awayekî din nivîsiye. Di tewangan de bilxase. Xeynî tewangan jî, di îmlayê de, di rastnivîsê de herkes wek hev nanivîse, em di wan deran de hindek zahmetî dikêşin, ka em wekî kî binivîsin dê rasttir be, baştir be. Em di wê derê de hindek tengasî, dikêşin.


A. Tîgrîs: Tiştên ku tunin jî hene seydaş Em bêjin hinek hene hev nagirin. Hûn dibêjin ku hene, her yek gor xwe dinivîse, lê hinek jî tunin, dema tunebin hûn ew çawan dikin?
M. Ismet: Yên ku di kurmancî de tunin, em lê digerin û soraniya wan dibînin, eger me soraniya wan, nedît, em farisiya wan dibînin û me farisiya wan jî nedît, em yek jê re çê dikin. Em bi awayekî wisa xweş çêdikin, mesela dema din min ji we re erz kir, min got min ji erebî werdigerand, "mutebehir" hebû, min got ecêba ez mutebehirê binivîsim, dikare neyê fam kirin ku mutebehir yanê çi! Em bi awayekî wisa binivîsin ku xelk bizanibe yanî çi. Min jî got bahir yanî bi maneya deryayê ye, mutebehir di erebî de yanî weke bahrê, yanê ev însanê han di zanînê wek bahrê ye. Wek ku wisane, min jî got deryabîr, deryabîr, yanê mutebehir.


A. Tîgrîs: Baş e ciyê xwe digire?
M. Ismet: Belê, min ji hinekan re got, pir li xweşa wan hat. Lê feqet ev çêkirina min e û ez dibêjim ev çêkirina min e. Ez bi xwe jî li dijî me ku mirov bi xwe tiştan çê bike. Ez lê dixebitim ku heya bibînim. Di peyva ellame de jî weha bû, ez lê geram û min dît.


A. Tîgrîs: Seyda, gelek hene ku kurd in. Heta dema mirov bi wan re dipeyîve, mîna hest ji mirov zêdetir kurd in, lê berhemên xwe bi zimanên din dinivîsin.
M. Ismet: Ez dibêjim, dijminayiya herî mezin ew e ku mirov bi zimanê xelkê berhem binivîse. Lewra ew berhem zimanê mirov dikuje. Wextê ku zimanê mirov kuşt, dêmek ku wî sîlehek çêkiriye ku zimanê mirov bikuje. Neha rexne li Ozgur Gundemê dikin, rojnameyekî me ye. Belê ji me re gelekî tiştên xweş dinivîse, lê belê yên ku wî dixwînin ji kurdî bi dûr dikevin. Eger ne ew bûna dê Azadiya Welat çêtir bihata xwendin, çêtir biketa zimanê xelkê û çêtir xelk bizaniya ku bi zimanê xwe bixwîne, bi zimanê xwe hîn bibe. Ew dibe sebep ku xelk ji zimanê xwe bi dûr dikeve, ew sebebiyet jî wek sîlehekî ye û bi wê sîlehê me dikujin.


A. Tîgrîs: Neha wek we got, Azadiya Welat heye, televizyonên kurdî hene, weşanên kurdî hene, di kurdiya van weşanan de hinek kurdiya çêkirî hene, hinek ji wan ne giramerî ne, mehelî ne, tu di vî warî de çi dibêjî?
M. Ismet: Ez dibêjim ew jî xetereyek gelek gelek mezin e, lewra neha bi taybet televizyon, an jî em bêjin Azadiya Welat, şaşiyên ku dikin, şaşiyên gelek mezin in û ev şaşî li nav xelkê belav dibin û mirov dibêjin qey ev şaşî hemî rast in. Mesela ez çûme televizyonê min ji Reşad re got hûn dibêjin rêvebir, şaş e, rêvebir yanî yê ku rê dibire, bêjin rêveber, yanî yê ku bi rê ve dibe, got baş e, welehî rast e xebera te ye. Ez hatim û çendekî gotin rêveber, paşê car din gotin rêvebir. Îsal guhdar dikim, car din dibêjin rêveber, lê Mahmûd hêj jî dibêje rêvebir.


A. Tîgrîs: Seyda pirsa dawî: Ji bo pêşerojê, hinek dibêjin paşeroj, hinek dibêjin pêşeroj, ez dibêjim pêşeroj, ji bo rojên pêş, tu dibêjî çi ji bo zimanê kurdî, pêşeroja wî ronahî ye, tarî ye, pêş ve diçe, kurdî ji navê radibeş Tu li bajarên tirkiyê rûdinêyî, çawan dibinî vê rewşê?
M. Ismet: Li bajarên metrepolên tirkan jî, li bajarên Kurdistanê jî, bi vî rewşî bidome, heya bîst, sî salên din kurdî xelas dibe, lewra herkesekî di mala xwe de bi zarokên xwe re bi tirkî diaxive. Wexta bi tirkî diaxivin, zarokên wan jî êdî kurdî ji bîr dikin, kurdî nizanin. Piştî 30-40 salên din dema ew jî bimirin dê zarokên wan rabin, zarok jî bi kurdî nizanin, wê demê kurdî jî bi wan kesan re dimire, kurdî namîne, neslekî ji holê radibe, qir dibe û sebep jî em in ku bi zarokên xwe re bi kurdî naaxivin. Kesê ku bi zarokê xwe re bi tirkî diaxive, dibe qatilê zarokê xwe û qatilê neslekî, lewra ew nesla ku mezin dibe, ji kurdî derbasî tirkî dibe, ji me re nabe nesil û qir dibe, ew qir bû çû di nezera min de. Qatilên wan jî dê û bavên wan in ku zarokên xwe hînê kurdî nakin. Ez ji berê ve ji bo vê yekê têdikoşim û di vê têkoşîna xwe de jî hîn bi ser neketime, lê înşaallah ez ê bi ser bikevim.


A. Tîgrîs: Baş e seyda, spas dikim û serkeftinê dixwazim.


¤ 29 nîsan 2006 - Îzmîr