tisdag 27 december 2011

LI SER KOÇBARKIRINA MELE ÎSMET KILIÇARSLAN

LI SER KOÇBARKIRINA MELE ÎSMET KILIÇARSLAN


Niviskar: Mustafa Borak 


Di bernameya Roj Tv’yê ya Gava Sêyem de jî ji bo rizgarkirin û parastina çand û hinek nirxên me min gotibû: Dem ji bo me bûye hût. Em çi ji devê vî hûtî rizgar bikin, ew qasî em ê gencîneya xwe hinekî din zêdetir û mezintir bikin. Helbet hatî ji çûyiyan in, dinya dê bê guhartin, tim dê xwe nû bike û bimeşe, lê ji bo me kurdan ji ber ku gelek tiştên me yên ku tenê bi ziman hatine gotin, hê neketine nav nivîs, kamera û pirtûkan ji bo wê ji me re di vî warî de lezgînî divê. Loma dibêjim dem ji bo me bûye hût.

Bi dîtina min her çiqas şexsek be jî ez windabûna şarezayê hêja Mele Îsmet Kiliçarslan  wekî windahiyeke ji wan nirx û gencîneyên me dinirxînim. Bê şik bawer im ku kesên ku wî nas dikin jî wî wekî min difikirin.

Helbet di pêşerojê de jî em ê gelek şexsiyetên pir birûmet winda bikin, lê kesên ku wekî Mela Îsmet bibin pireya kevneşopî û nûjeniyê an jî bi gotineke din pireya klasîzm û modenîzmê bawer im ku dê zor bi dest bikevin. Belkî jî zanebûn, şahadî û têkoşeriya wî ya dema borî û giyana wî ya hemdem û nûjen kurte-encama kesayetiya wî bû.

Wî zaravayê kurmancî, soranî, û bi zimanê erebî, farisî û osmanî, tirkî  dizanibû. Li ser Pehlewî jî xebatên wî hebûn.  Carekê di suhbetekê de serokê Enstutiya Kurdî yê berê Şefîk Beyaz gotibû: “Di parçeyê Bakur de yê ku herî zêde koka peyva dizane Mele Îsmet Kiliçarslan e.”  Min jî di vî warê de gelek caran ji wî xwest ku wan peyvên ku dizane binivîse, lê mixabin ji ber gelek sedeman, wî dest bi wê xebatê nekir. Çend meh berê min pirtûkeke tirkî ji bo wî kirî. Pirtûk ya Sevan Nîşanyan bû ku di eslê xwe de ermen e. Ev pirtûka bi navê “Secereya Peyvan” li ser koka peyvan disekine. Min dê ew pirtûk dîyarî wî bikira, lê nebû nesîb.

Ma tenê di warê koka peyvan de, na, her wisa der barê dîrokê de, der barê wêje û zimên de û bi taybetî der barê ola îslamê de şarezahiya wî, wekî ansîklopediyekê, wekî ferhengekê bû. Zanebûna wî ji bo me hemûyan dibû sedema serbilindî û şanaziyê.

Di hêla din de ji bo kesayetiya wî em bi kurtasî dikarin bibêjin ku di hêla zanetiyê de heya ku tu bibêjî kûr bû, lê di hêla mirovahiyê de jî ew qasî dilnizm û xwedî giyaneke saf û zelal bû.

Di dema taziyê de qîza wî ya ku li Swêdê dimîne got: “Min tim digot bavo te gelek tişt dîtin û  kirin, serpêhatiyên xwe binivîse, lê wî ji bo ku ceryana wan a xerabe rast bike pense û tornevîde  hildidan û riya du saetan be jî diçû alîkarî dida dost û hevalên xwe.”

Taziya wî hem li Tatwanê, hem li Îzmirê, hem jî li Enstutiya Kurdî ya li Stenbolê bi rêzdarî pêk hat. Bi rastî jî girseyek pir mezin ew pêşwazî kir û bi rê kir. Di taziyê de gelek mela hebûn. Ji wan meleyan çend kesan ji bo wî helbest nivîsîbûn. Lê helbesta Mele Hamid bi dîtina min bi hêsanî kurtasiya kesayeta wî vegotibû. Wî ji bo hevalê xwe yî ku ji gundê Çorsên bû wiha gotibû :

Çorsên sînga xwe veke
Mêvanê te hat ji Ege
Ne axa û ne beg e
Di ilmê de ferheng e

Ferhenga ol û ziman
Hat li te bûye mêvan
Mêvanekî ne vala
Gihîşt refên hevalan

Bi temenê heftê salan
Têkoşiya bi salan
Li meydana kemalê
Tu car ew nema vala

Herçi min dî, min gotî
Tim gehweran difrotî
Windahiya te li me
Dil û hinav disotî

Ji bo Mele Îsmet gelek tişt hene ku bêne gotin. Bi taybetî gotinên wî yên li ser zimên pir birûmet in lê dibe ku careke din di nivîseke din de em qala wan bikin.

TZPkurdî jî di her qadê de rêzgirtina xwe ya li hemberî wî nîşan da û Mela Îsmet Kiliçaslan wekî şehîdê xwe yî yekem îlan kir.

Ew ji bo min tim mînak û modeleke hêja bû. Dema ku qala  meleyan, zanayan û feylezofan dibû, min tim Mele Îsmet Kiliçarslan mînak dida.

Min mînakê xwe winda kir; gelê kurd jî ji gencîneya xwe gehwerek. 


Malper: tzpkurdi.com, 04.09.2006 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar